Kurdistaniyên hêja!
Dagîrkariya li Efrîn didome. Ev bajarê kurdistanî berê 97% kurd bûn û mixabin niha tenê 23% kurd têde mane. Eger em tiştek nekin, em dê Efrînê ji dest bidin. Herweha ji Efrîn ta Biradost îro Artêş Tirk dagîr kiriye.
Berî demek hin kesan di bin navê Ezdayîtî de, projeyek pêşkêşî parlemantoya Îraqê kirin ji bo kû Ezdayî wek etnosek serbixwe bêne nasîn.
Ev plan dirêjkiriya plana çend sal berê ye kû hewldidin Ezdayîtî ji ruhê xweyî kurdistanî veqetînin.
Ev plan ji aliyê Îstixbarata dû welatan ve birêve diçe:
Yekem :
1.Îstixbarata Ermenistan bi salan e ku hewldide kurdên Misilman wek kurd tomar bike û kurdên ezdî jî wek etnosa Ezdî binav bike.
Di rastî de kurd di 2 qonaxan de ji qefqasiya hatine surgûn kirin.
1- Di salên 1920an de nîviya akinciyên Ermenistan kurd bûn. Bi projeya Stalîn - Ataturk piraniya nifusê kurd ji Ermenistan, Nexçevan û Azerbaycanê surgûnî Asiya Navîn û Rûsiya kirin. Bi vî rengî etnografiya Qeqfasiya guhertin û kurd jê kêm kirin.
2- Di salên 90an de, di prosesa cenga Ermenistan - Azerbaycan de, Îstixbarata Ermenî hewlda piraniya kurdên misilman ji wî welatî derbixe û kurdên Ezdayî jî mîna qewmiyeta Ezdî tomar bike. Bi hezaran kurdên misilman ji wî welatî aware bûn û berê xwe dan Azerbaycan, Rûsiya û Ewrûpa.
Dûyem:
Di wan salên dawî de, rejîma Îraq bi piştgiriya rejîma Îranê hewl didin Ezdayî ji nasnameya kurdistanî dûrbixin.
Hin aliyên kurdî jî beşdarî vê planê bûn e.
Gelo bi nav kirina millet û etnosan çi girêdayî parlemanto û hikûmetan e?
Bêgûman dewletan dixwazin bi plana etnosîd û qirkirina sipî, milletê me ji nasname û kultûra wî yê neteweyî bê beş bikin.
Çend salek berê jî dîwana Serkomariya Tirkiye di nivîsên fermî yên xwe de Zaza cuda ji kurd nivîsîn.
Ev proje ji aliyê Wezareta Perwedeya Tirkiye jî bi fermî hat nasîn û di kitêbên dersî yên kurdî de navên Kurdî û Zazakî wek dû milletên cuda tomar kirin.
Çend salek berê jî Parlemantoya Îranê biriyar derxist kû Lek bixwe milletek cudan e. Ev di demek daye kû Lek eşîreka mezin a kurdan e kû li Rojhilat, Başûr û Bakûrê kurdistan de hene û xwe kurd dibînin.
Ji aliyekî din jî ev leystok li ser Elewiyan jî hatiye piyade kirin. Beşek zêde ji Elewiyan êdî xwe bi kurdan re nabînin û bi tirkên Elewî re xwe asûde dibînin.
Herweha ev leystok li ser Goran- Hewramî, Şebek, Kakeyî û Yarisan jî birêve diçe.
Berî sedsalek Lur, Bextiyarî, Kuhgilo, Deştistanî, Laristanî û Benderî jî xwe kurd didîtn. Îro ewana hinek xwe Faris dibînin û hinekan jî xwe wek mîkro etnîk pênase dikin.
Herweha dûsed salek berê nîviya Qefqasiya kurd bûn. Îro ji 3% kurd têde mane û mîliyonek bêhtir kurd li Azerbaycan hatin helandin.
Herweha berî sedsal wîlayetên wek Erdexan, Erzirûm, Erzingan, Sêwas, Meletî, Entab, Xatay û Mereş, piranî kurd bûn. Îro li hin cihan kurd qet neman e û li hin cihan jî wek hindikayî man e.
Efrîn berî 10 salan 95% akinciyên xwe kurd bûn. Îro tenê 25% kurd têde mane û deverên wek Cerablus - Bab - Ezaz û Girê Sipî hetanî Serêkanî bi temamî kurd têde neman e.
Em wek EH projeya hilweşandin û parçe - parçe kirina milletê kurd şermezar dikin.
Em bangewaz li hemî kurdistanî yên dilsoz û kadroyên neteweyî dikin kû ji bo pûç kirina vê projeyê, helwest ù îradeya xwe yî neteweyî û kurdistanî nîşan bidin û ji bo protesto û risiwa kirina vê planê, her kes bi ala rengîn û kincên kurdî, di roja 31 Tebax de, xwe bigehînin meydana pêšiya kenîseya Dom ê li bajarê Köln li Almaniya.
Emê di wê rojê de plana parçekirin û hilweşandina milletê kurd riswa bikin.
Encûmena Hemahengî
6 Temûz a 2024